Barrack bi Serokwezîrê Iraqê re hevdîtin kir, ew vexwend DYE'yê

Tom Barrack nûnerê taybet ê Serokê DYE'yê yê ji karên Iraq û Sûriyeyê berpirsyar bi Serokwezîrê Iraqê Elî Falih Zeydî re hevdîtin kir.

Hevdîtinên Nûnerê Taybet ê Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump ê ji bo karûbarên Iraq û Sûriyeyê Tom Barrack ên bi rayedarên Iraqê re dewam dikin. Divê çarçoveyê de Barrack bi serokwezîrê Iraqê re civiya.

Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê derbarê naveroka civîna Serokwezîrê Iraqê Elî Falih Zeydî û Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump ê ji bo karûbarên Iraq û Sûriyeyê Tom Barrack de daxuyaniyeke weşand.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku îro Serokwezîrê Iraqê û Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê li Bexdayê civiyane. Hate gotin ku her du aliyan girêdanbûna hikûmeta Iraq û Amerîkayê ya ji bo avakirina hevkariyeke stratejîk a dualî dubare kirine.

Ji bo Amerîkayê hate vexwendin

Li gorî daxuyaniyê Barrack vexwendnameyeke Serokê Amerîkayê Donald Trump gihand Elî Zeydî ku serdana Amerîkayê bike û got: “Qesra Spî di nîvê meha Tîrmehê de ji bo gotûbêjkirina paşeroja têkiliyên navbera her du welatan, pêşwazî li Zeydî dike.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di civînê de li ser nêrîna Iraqê ya bi armanca avakirina paşerojeke dûrî terorê gotûbêj hatin kirin, ev yek jî bi rêya temamkirina tedbîrên sînordarkirina çekan ya di destê dewletê de û hilweşandina komên çekdar ên li derveyî saziyên fermî pêkane.

Di heman daxuyaniyê de hate diyarkirin ku serokwezîrê Iraqê Zeydî israra li ser xwesteka hikûmetê ya ji bo berfirehkirina têkiliyên bazirganî û veberhênanê yên ligel Amerîkayê kiriye.

Li aliyê din, Tom Barrack pêşwazî li vê pêngavê kir û pesna gavên Iraqê da. Hate gotin ku di nav wan gavan de jî temamkirina dayîna destura karkirinê ya ji bo Starlink da ku xizmetguzariyên înternetê dabîn bike, her wiha destpêkirina danûstandinan ligel kompanyaya Chevron ji bo geşepêdana bîrên neftê yên Rojavayê Qurna-2 û Nasîriyeyê.

Di civînê de behsa destpêkirina çalakiyên kompanyayên Amerîkî yên ku di kerta enerjiyê de kardikin hate kirin. Hate gotin ku behsa projeya nûjenkirina xeta borî ya Kerkûk-Banyas û berfirehkirina hevkariyan di kerta ceyranê de ku di nav de projeya avakirina stasyonek gerok ya ji bo hawîrdekirina gaza xwezayî ya şile li Xor El-Zubeyr heye.

Di dawiya civînê de, her du aliyan tekezî li ser giringiya piştgirîkirina Iraqeke yekgirtî, serwer, demokrat û federal kirin ku li ser bingeha saziyên destûrî.